Akar, li ser asayîbûna pêwendiyên ligel Suriyeyê axivî

10 January 2023 18:00 0 dîtin
Akar, li ser asayîbûna pêwendiyên ligel Suriyeyê axivî

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Neteweyî yê Tirkiyeyê Hulusî Akar, di derbarê hevdîtinên bi rejîma Şamê re axivî. Akar da zanîn ku hêviya wan ew e ku dan û stendin, rê li ber aştiya herêmê vekin.

Hulusî Akar, piştî civîna Civata Wezîran, pirsên rojnamevanan bersivandin û li ser refleksên hevdîtinên navbera Tirkiye û Suriyeyê yên di nav Artêşa Neteweyî ya Suriyeyê ya ser bi Artêşa Azad a Suriyeyê ve jî hin nirxandin kirin.

Akar got, "Ev pêvajoyek e. 11 sal bi şûn ve bi neyeta baş ji bo têkiliyên herdu welatan û aştiya li herêmê, tiştekî wiha dest pê kir. Hêviya me bi muzakereyên hevpar bi pêş dikeve û vediguhere rewşeke ku bibe alîkarê aştî û aramiya herêmê."

Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê bi berdewamî got, “Ne li Tirkiyeyê, ne jî li Suriyeyê, tiştekî ku li dijî biryaên me be û tiştekî ku birayên me bike tengasiyê, ji aliyê me ve nehatiye kirin û dê neyê kirin jî. Ji ber vê yekê jî divê ew jî bi vê hişmendiyê tevbigerin û bi ber bayê berhevdaniyê ve neçin.”