Akar û Esper axivîn: Bila DYA pistgiriya YPGê neke û hemû çekan ji wan bistîne

29 July 2019 22:48 0 dîtin
Akar û Esper axivîn: Bila DYA pistgiriya YPGê neke û hemû çekan ji wan bistîne

PeyamaKurd – Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku îro di navbera Wêzîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û hemkarê wî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mark Esper de pêwendiyeke telefonî pêk hatiye.

Di daxuyaniya MSBê de hat gotin ku Akar ji Esper re gotiye, hêviya Tirkiyê ew e ku Amerîka piştevaniya bo YPG/HSDê bi temamî bidawî bîne û çekên dane wan jî ji wan bistîne.

Li gor daxuyaniyê Akar ji Mark Esper re gotiye, ew destûr nadin ‘korîdora terorê’ li ser sînorê başûrê Tirkiyê were avakirin û li ser avakirina herêma ewle jî ev daxwaz ji Amerîkayê kirine:

  • Tirkiye yekane hêza guncaw a ku dikare herêma ewle kontrol bike ye.
  • Berhevkirina hemû çekên YPGê yên li herêma ewle.
  • Bi temamî derxistina YPGê ji herêma ewle.
  • Divê kûrahiya herêma ewle wekî ku berê jî me sedemên wê eşkere kirine, bi qasî 30-40 km be.
  • Divê hemû tunel, mewzî û cihên leşkerî yên YPGê yên dikevin ser herêma ewle werin îmhakirin.
  • Pêwîste herêma ewle bi kordîneya Amerîka li gor krîterên ji aliyê Tirkiyê ve were kontrolkirin pêk were.

Di dawiyê de jî hat gotin ku Serokomar Erdogan 26ê Tîrmehê daye xuyakirin, heger bi Amerîkayê re li ser herêma ewle li hev nekin, ew dê bi serê xwe herêma ewle pêk bînin.

Herwiha mijara derxistina Tirkiyê ji bernameya F-35an jî hatiye rojeva herdu wezîran û Akar ji ber pesendkirina wezîrtiya Mark Esper ji aliyê kongreya Amerîkayê ve pîrozî lê kiriye.