Akar û Esper ji bo F-35an civiyan
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê yê bi wekalet Mark Esper li Biryargeha NATO ya Brukselê, ji bo gotûbêjkirina li ser mijarên balafirên F-35ên Amerîkî û pergalên parastina hewayî S400ên rûsî ku Tirkiye dikire civiyan.
Akar ji bo razîkirina Amerîkayê û rawestandina dorpêçên piştî kirîna S400an di nav hewldanan de ye, di yekek hevdîtina ligel Esper de, daxwaza berdewamiya danûstandinê kir.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê hevdîtinê de ragihand, “Di hevdîtinê de behsa girîngiya berdewamkirina danûstandina Tirkiye-Amerîkayê hat nirxandin û li ser mijarên Sûriye, balafirên F35 û babetên din ên ewlekarî û hevkariya parastinê danûstandin hat kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin