Hulusî Akar û James Jeffrey li Enqereyê civiyan
PeyamaKurd – Di demeke ku Tirkiye êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û hewla operasyoneke bejahî dide de, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Nûnerê berê yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey li paytexta Tirkiye Enqereyê hevdîtinek pêk anîn.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye ku îro 1ê Kanûnê, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li Enqereyê bi Nûnerê berê yê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey re civiyaye.
Hat diyarkirin ku hevdîtin li avahiya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê pêk hatiye û derbarê naveroka civînê de jî ti agahî nehatin dayîn.
James Jeffrey di heyama seroktiya Donald Trump de nûnerê Sûriyê bû û sala 2019an dema êrîşên Tirkiyê yên dagirkirina bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê, di nav wê tîma ku ligel Tirkiyeyê bo dûrxistina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji sînorên Tirkiyeyê peyman girêdabû de bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî hevdîtinên Amerîka û Tirkiyeyê yên wê demê, bi rizamendiya Trump artêşa Tirkiyeyê ligel çekdarên opozîsyonê ketibû wan herdu bajarên Rojavayê Kurdistanê ku ev yek ji aliyê serokê niha yê Amerîkayê Joe Biden ve wekî xiyaneta li hevpeymanên Kurd hatibû nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin