Akar wê bi Esper re biaxive, Tirkiye ji Rûsan jî dixwaze qada ezmanî veke

27 February 2020 21:56 0 dîtin
Akar wê bi Esper re biaxive, Tirkiye ji Rûsan jî dixwaze qada ezmanî veke

PeyamaKurd – Di demeke ku hevdîtinên şandên Rûs-Tirk li ser mijara Idlibê berdewam dikin û li ser erdê jî şerê rejîma Sûrî û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê didome de, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar got, ew ji Rûsyaya ku piştgiriya hêzên ezmanî dide rejîma Sûriyê dixwazin qada ezmanî ji wan re veke.

Hulusî Akar ragihand ku ew dê îşev bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper re jî li ser mijarê bi rêya telefonî biaxive û di berdewamê de got, “Me ji wan re (Rûs) got, qada ezmanî ji bilî operasyonan ji bo berdewamkirina agirbestê gelekî pêwîst e. Em ji bo bikaranîna balafirên bê pîlot bi Rûsan re diaxivin, lê hîn pirsgirêk dewam dike.”