Hulusî Akar: Li Tirkiye û herêmeke din cihekî cografî bi navê Kurdistan nîne!
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar di civîna komîsyoneke parlamentoya Tirkiyê de dibêje, “Li Tirkiyê yan jî li derveyî Tirkiyê ti herêmeke cografî bi navê Kurdistanê nîne.”
Hulusî Akar doh 16ê Mijdarê di çarçoveya gotûbêjên Komisyona Plan û Budceya Tirkiyê ya sala 2022ê de, axivî û li ser budceya Berevaniyê ya Tirkiyê di parlamentoyê de gengeşî hat kirin.
Parlamentera HDPê ya Edenê Tulay Hatimogullari derbarê wan îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî li dijî PKKê de got, “Ez jî dixwazim behsa çend xalan bikim. Bi taybetî di vê dema dawî de li Herêma Kurdistana Federal, tê îdîakirin ku çeka kîmyayî û gaza rondikrêj hatine bikaranîn. Yên ku vê îdîayê dikin, rojnamevan, rewşenbîr, nivîskarên Ewropî, Iraqî û kesên sivîl in.”
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê red kir û diyar kir, “Di nav depoyên hêzên çekdar ên Tirkiyê de, li ti yekeyeke artêşa Tirkiyê qet û qet, bi ti awayekî gaz an çeka kîmyayî nîne. Ne hatiye kirîn, ne hatiye anîn û ne jî hatiye bikaranîn. Tiştekî wiha nîne.”
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê li ser bikaranîna peyva Kurdistanê ji aliyê parlamentera HDPê ve ku bal kişandibû ser Herêma Kurdistana Federal nerazîbûn nîşan da û got: “Li Tirkiyê yan li derveyî Tirkiyê ti herêmeke cografî bi navê Kurdistanê nîne.”
Herwiha Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Garo Paylan jî Herêma Kurdistanê bibîr xist û ji Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê pirsî? Kurdistana Iraqê nîne? Hulusi Akar wek bersiv got: “Nexêr.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Hulusi Akar, di meha Çile ya îsal de serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ve bi ala Kurdistanê hatibû pêşwazîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin