Al-Monitor: Dageha Federal Kurdistanê qels dike lê Biden Kurdistanê kiriye bingeha têkiliyên bi Iraqê re

02 March 2024 18:27 0 dîtin
Al-Monitor: Dageha Federal Kurdistanê qels dike lê Biden Kurdistanê kiriye bingeha têkiliyên bi Iraqê re
PeyamaKurd – Malpera nûçeyan ya ku navenda wê Amerîkaye Al-Monitor nivîsand ku dadgeha federal ya Iraqê erka Herêma Kurdistanê qels dike û rêvebiriya serokê Amerîkayê ya Joe Biden di têkiliyên bi Iraqê re Herêma Kurdistanê kiriye bingeh.

Di rapora Al-Monitorê de hat gotin ku; rêvebirên Amerîkayê yên di asta bilind de, di hevdîtinên bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re gotinên bikaranîne, li gor adetên dîplomasiyê tên vateyên cuda û li ser gotina ‘Kurdistana xwurt û hukumeta berxwedêr’ şirove kir.

Di raporê de hat gotin rêvebiriya Amerîkayê, di têkiliyên bi Iraqê re, weke binkeya saxlem û esasî, Herêma Kurdistanê destek dike û weha dibêje:

“Bikaranîna gotina ‘berxwedêr’ (saxlem) gotinekî dîplomatîk ne ya ji rêzê ye, peyamekiye ji bo Bexda û Tehranê ku destekê dide Herêma Kurdistanê û wê ji bo berjewendiyên Îranê ji Iraqê tawîzan nede.”

Di raporê de hat gotin ku di nav 18 mehên dawiyê de rewşa Îranê li Iraqê xwurt bûye, Tehran dike ku Herêma Kurdistanê û sîstema federal ya Iraqê qels bike lê li hember van kiryarên Îranê, rêveberiya Biden desteka xwe ji bo Kurdistanê xwurt kiriye.

Di encama raporê de hatiye gotin ku dadgeha federal alava herî zelale ku Îran dixebite da erka Herêma Kurdistanê ji ortê rake.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 24ê Sibatê de li ser daweta fermî ya Amerîkayê bi heyeta xwe ve çû payîtetxa Amerîkayê Washingtonê. Di 26ê Sibatê de bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê re bi Antony Blinken re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de li ser pêşdebirina têkiliyên navbera Kurdistanê û Amerîkayê, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Kurdistanê û hukumeta Federal de yên berjewendiyên hevpar mijara wan bû. Di civînê de Blinken balê kişand ser girîngiya hempariya bi Herêma Kurdistanê re û got:

“Hempariya me li ser qedr û qiymetên hempar, berjewendiyên hempar û fîdakariyên hempar e.”