Ala Kurdistanê 22 sal berê li Parlamentoya Kurdistanê bi fermî hat pesendkirin

11 November 2021 17:36 0 dîtin
Ala Kurdistanê 22 sal berê li Parlamentoya Kurdistanê bi fermî hat pesendkirin

PeyamaKurd -  Bi awayekî fermî pesendkirina Ala Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve, 22 sal berê rojek wek îro di 11.11.1999an pêk hat.

Parlementoya Kurdistanê Ala Kurdistanê, 22 sal berê 11ê Mijdara 1999an weke ala fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistan pesend kir. Piştre jî di roja 19.06.2004an de biryar hat dayîn ku her sal roja 17ê meha 12an weke Roja Ala Kurdistanê were pîrozkirin.

Dîroka Ala Kurdistanê vedigere sala 1945an û 35 roj beriya damezirandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê.

 Piştî nehiştina dezgehên paşayetiya şahê Îranê li Mahabadê roja 17.12 1945an Ala Kurdistanê û li ser dezgehan hate bilindkirin. Piştre di roja ragihadina Komara Kurdistanê de Ala Kurdistanê hat bilindkirin. Ango Ala Kurdistanê di şoreşên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de hebû. 

Ala Kurdistanê li ser deste jina tekoşer a kurd Seyidzade Fatime Husênî ve hatiye dirutin ku yekem jina kurd e ku Ala Kurdistanê bi desten xwe çêkiriye û ew ala wê çêkiriye di roja 22.01.1946an de di dema ragihandina Komara Kurdistanê de, bi amadebûn Pêşewa Qazî Mihemed û Nemir Mele Mistefa Barzanî hatiye bilindkirin û weke hêmaya îradeyê hat nişandan.

Piştî rûxana Komara Mahabadê ji aliyê rejîma Îranê ve Ala Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemed ve ji bo Nemir Mele Mistefa Barzanî hatiye radestkirin.

Ji wê rojê heta îro Ala Kurdistanê weke semboleke neteweyî di hemû şoreşên miletên kurd ên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de hatiye parastin û bikaranîn.

Çar rengên Ala Kurdistanê tên çi wateyê?

Sor: Hêmaya şoreşgerî û xwîna şehîdên mîletê kurd a ji bo mafên xwe ye.

Spî: Hêmaya aştî û asayîşê ye ku mîletê kurd berdewam aştîxwaz bûye.

Kesk: Ji siruşta Kurdistanê hatiye û hêmaya jiyanê ye.

Zer: 21 tîrêjên rojê tê de ye ku hêmaya siberojê û di heman demê de, hêmaya 21ê Adarê Cejna Netewî ya Kurd Newroz e.