Alîgirên Hizbullahê hewil didin bi ser Balyozxaneya Amerîka de bigirin
PeyamaKurd- Ji ber bombebarankirina çekdarên Hizbullaha Iraqî ji aliyê Amerîka ve, alîgirên wê rêxistinê îro li Bexdayê kom bûne û hewl didin bi ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê de bigirin.
Hejmarek xwêpşander êrîşî balyozxaneya Amerîkayê kirin ku derbasî balyozxaneyê bibin. Li gorî gahiyên bidestxistî, rêveber û karmendên balyozxaneyê balyozxane vala kirine.
Biryar bû îro ku Wezareta Derve ya Iraqê bangî Balyozê Amerîkî bikî da ku nameyeke nerazîbûnê eşkere bike.
Serokwezîrê Adil Ebdulmehdî jî di daxuyaniyekê de li gel wezîran diyar kir ku ev êriş êrişeke ne rast e û divê nehata kirin, ev yekê tê peywendiyan têk bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin