Alîkariyên di ser Tirkiyê re diçin Sûriyê wê 12 mehên din bidomin
PeyamaKurd – Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkariyên di ser Tirkiyê re diçin Sûriyê, wê 12 mehên din bidomînin.
Amerîka û Rûsya di kêliya dawî de ser domandina alîkariyan li hev kirin. Balyoza Amerîka ya li NYê Linda Thomas-Greenfield, li ser lihevkirina kêfxweşiya xwe ragihand û got, bi lihevkirina wan re dê li Sûrîyê jiyana mirovan bidome.
Rûsya û Amerîka lihevkirina yekdengî ya di Civata Ewlekarî ya NYê de ku bi 15 endam e, girîng dibînin. Balyozê Rûsya yê li NYê Vassily Nebenzia diyar kir, ew hêvî dikin ku biryara li civatê piştî danûstandinên Putin û Biden yên li Cenevrê bibe qonaxek. Nebeniza da zanîn, ew lihevkirin nîşan dide ku ew dikarin di halên pêdivîyê de hevkariyê bikin.
Serokê Amerîka Joe Biden, meha borî bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re civîyabû û ew ser girîngiya alîkariya dersînor jî axifîbû. Rêvebiriya Biden destnîşan kiribû, ger alîkariya li sînor were rawestandin, ew ê li Sûriyê ji bo hevkariyê din yên bi Rûsya re rîsk çêbibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin