Rûsya alîkariyên NY yên di ser Tirkiyê de diçin Sûriyê qebûl nekir

09 July 2022 00:47 0 dîtin
Rûsya alîkariyên NY yên di ser Tirkiyê de diçin Sûriyê qebûl nekir

PeyamaKurd – Heya niha di ser deriyê navbera Tirkiyê û Sûriyê, di deriyê Cilvegözü de Neteweyên Yekgirtî alîkariya mirovî dişand Sûriyê û ji bo alîkarî here, di navbera hin welatan de mekanîzma hevkariyê hatibû avakirin ku yek ji wan jî Rûsya ye. Ji bo dirêjkirina wexta mekanizma alîkariya mirovî ji bo Sûriyê, vê carê Rûsya dirêjkirina wext red kir. Wexta mekanîzmayê di 10 ê temmûzê de diqede.

Biryar di konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî de divê bê qebûlkirin û ji di konseya daîmî de 15 endam hene. Lê di konseya daîmî de 5 dewlet hene ku divê yek ji wan biryarê red neke. Vê carê Rûsya ku yek ji 5 endamaye biryarê veto kir.13 dewlet di lehê de deng dan û Çîn ê rehgê dengê xwe aşkera nekir.

Niha li Sûriyê rewşa 4 mîlyon mirov ji ber birsê di xeterê de ye.