Aliyên Libyayê ji bo rêkeftineke gistî 15ê Cotmehê li Cenevê dicivin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku her du aliyên Libyayê hikûmeta Wîfaq a Trablûsê û Meclîsa Tobrukê ya hêzên Xelîfe Hefter girêdayî wê ne, ji bo bigihin rêkeftinê 15ê Cotmehê li Cenevê dicivin.
Çavkaniyên Lîbyayî eşkere kirine ku civîna Cenevê ya ji bo Lîbyayê wê 15ê Cotmehê, bi beşdariya 80 kesayetên Lîbî ji hemû aliyan, were lidarxistin û wê di vê civînê de, 13 parlementer ji Parlemana Lîbya ya Tobrûkê û 13 ji Meclîsa Dewletê jî beşdar bibin.
Tê diyarkirin ku wê di hevdîtinan de dosyayên jinûve avakirina Meclîsa Serokatiyê û avakirina hikumeteke serbixwe werin gotûbêjkirin.
Li gorî agahiyan, di navbera aliyên Lîbî de, nakokî li ser rêjeya nûnertiyê û rêjeya beşdariya civîna Cenêvê jî hene.
Aliyên Lîbyayê berî niha li ser pêkanîna hilbijartinên serokatî û parlemanê di dema 18 mehan de, li gorî destûra nû ya li ser li hev bikin, gihîştibûn nêrîneke hevbeş.
Herwiha di demeke ku lihevkirina herdu aliyên şer tê guftûgokirin, Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên Ewropî ku di serî de Fransa dixwazin leşkerên bi pere yên Tirkî û Rûs ji Libyayê werin derxistin û çekan êdî neşînin Libyayê.
Serokkomarê Misirê Ebdul Fetah El-Sîsî jî soza piştgiriyê li dijî destwerdanên derve daye ku Sîsî dibêje, Misir rê nade ti aliyek xetên sor li Lîbyayê derbas bike.
Hêjayî gotinê ye 21ê Tebaxê, Hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî ku Tirkiyê piştevaniya wê dike, agirbesteke yekalî li tevahiya Lîbyayê ragihand û pêvajoya siyasî di navbera aliyên Lîbyayê de ji nû ve dest pê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin