Bi çavdêriya NY civînên aliyên Libyayê li Qahîrê dest pê kirin

12 October 2020 00:13 0 dîtin
Bi çavdêriya NY civînên aliyên Libyayê li Qahîrê dest pê kirin

PeyamaKurd – Civînên aliyên Libyayê ji bo çareseriya aloziya Libyayê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî û Misirê li paytext Qahîrê di navbera aliyê Lîbyayî de, dest pê kirin.

Di danûstandinan de şandeyên Parlemena Lîbyayê ya girêdayî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê (General Xelîfe Hefter) û Meclîsa Bilind ya Dewletê ku girêdayî Hikûmeta Wîfaqê ye, beşdar in.

Di rûniştina destpêkê de, Serokê Istixbarata Misirê, Ebas Kamil got, helwesta Misirê ya neguher ji bo çareseriya li Lîbyayê rêbazên siyasî ye.

Ebas Kamil diyar kir ku rêbaza siyasî riya yekane rê ye ji bo çareseriya giştî li Lîbyayê.

Civînên aliyên Libyayê yên li Qahîreyê, wê 3 rojan dewam bikin.

Berî niha bi çend rojan jî li bajarê Bûznîqa yê Mexribê diyalogên navbera aliyên Lîbî bi dawî bûbûn û aliyan li ser mekanîzma dabeşkirina erkên sereke yên welêt li hev kiribû.