Almanya: Divê YE alîkariya ji Ûkraynayê re zêde bike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz got ku divê her kes erka xwe ya piştgirîdayîna Ukraynayê pêk bîne.
Scholz di daxuyaniya çapemeniyê ya beriya Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Brukselê de di derbarê pêwîstiya piştgiridayîna Ukraynayê de xwest ku hemû welatên Ewropayê di vê mijarê de erka xwe pêk bînin û got: "Bi baweriya min divê êdî her kes, bêtir bixebite û vê mijarê li welatê xwe
Scholz her wiha ji bo parastina Ûkraynayê, zêdekirina alîkariyan pêwîst nirxand û diyar kir ku ji bo vê yekê hewildaneke mezintir hewce ye.
Scholz da zanîn ku di civîna YEyê de wê mijara çawaniya organîzekirina piştgiriya zêdetir a ji bo Ukraynayê, bê nîqaşkirin.
Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz got: "Ji ber ku em dizanin di çarçoveya plansaziya ku alîkariya çekan a heta niha hatiye kirin jî di nav de, tiştên ku hatine kirin têr nakin, pêwîst e ev nîqaş bi lezgînî bê destpêkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin