Almanya: Em êdî nikarin alîkariya leskerî li Ûkraynayê bikin

01 September 2022 13:05 0 dîtin
Almanya: Em êdî nikarin alîkariya leskerî li Ûkraynayê bikin

PeyamaKurd – Almanyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êdî di nava enbarê artêşê de çek û cebelxane nemaye û ji ber wê ew nikarin alîkariya leşkerî li Ûkraynayê bikin.

Li gor daxuyaniya Almanyayê, Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Christine Lambrecht gotiye, êdî karînên artêşa Almanyayê yên bo hevkarîkirina leşkerî ya Ukraynayê nemane, jiber ku di nava cebelxane û enbarên artêşa Almanyayê de çekd û cebelxaneyên zêde nemane ku, ji Ukraynayê re werin şandin.

Herwiha eşkere kir, domandina hevkariyan ji bo artêşa Ukraynayê vê zerarê dide ewlekariya nîştimanî ya Almanyayê.