Almanya wê ji bo mexdûrên erdhejê vîzeyê hêsan bike

12 February 2023 02:19 0 dîtin
Almanya wê ji bo mexdûrên erdhejê vîzeyê hêsan bike

PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock ragihand ku bi sedema erdheja li Maraşê û der û dora wê hemwelatiyên Almanya yên ku mirovên wan li Turkiyê û Sûriyê hene ji bo karibin wan bibin Almaya, ji bo wan hêsankariya vîzeyê çêdikin û ji bo wê jî ‘hêzên wezîfê’ ava kirine. Baerbock, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ji bo kesên li Almanyane û di erdehejê de bandorê dîtine got:

“Em dixwazin ji bo hewandin û dermankirinê di rêyên ne burokratîk de, ji bo demkî wan bibin cem xwe, dixwazin bi wan re alîkariyê bikin. Me hêza xebatê bi wezareta karên hundir re danî. Armanca me ew e ku em vîza wan ne di rêya burokratîk de çareser bikin. Ji bo wê me di misyona xwe ya Tirkiyê de jimara xebatkaran zêde kir û kapasîta wan ji nûh de tahsîs kir.”