Almanyayê ji ber metirsiya qutkirina gaza rûsî hisyariyeke pêswext ragihand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî biryara Rûsyayê ya firotina gazê bi rubleyê rûsî ku welatên Ewropayê vê red dikin, ji Almanyayê hîşyariyeke pêşwext hat.
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karûbarên Aborî û Guhertina Keşûhewayê Robert Habeck eşkere kir, "Ji aliyê Rûsyayê ve şîroveyên ku heger bi Rubleyê rûsî danûstandin neyê kirin, gaza ku tê şandin were qutkirin têne kirin. Ji bo em ji vê rewşê re amade bin, me îro hişyariyeke pêşwext ragihand.”
Habeck li ser vê hişyariyê jî gotiye, ew dê di bin banê wezaretê de tîmeke krîzê ava bikin û rewşê ji nêzîk ve bişopînin daku gaza pêwîst li Almanyayê were dabînkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Almanyaya ku ji sedî 50yê gaza siruştî ji Rûsyayê distîne, piştî êrîşa Rûsya ya ser Ûkraynayê dorpêçên aborî li ser Rûsyayê sepandibûn, lê ji bo mijara kirîna gazê dorpêç nedanîbûn ser Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin