Berdana gaza rûsî bo Almanyayê ji nû ve dest pê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku gaza rûsî ya demek berê ji ser Almanyayê hatibû qutktirin, ji ser xeta boriyê ya Herka Bakur 1 a binê deryaya Baltikê ji nû ve tê berdan.
Kompaniya Gazê ya Rûsî Gazpromê ragihandiye ku wê piştî çakkirina xeta boriyê bi 11 rojan, 21ê Tîrmehê carake din dayîna gazê bo Almanyayê dest pê dike.
Herwiha hatiye diyarkirin ku ji ber xebatên berdewam ên çakkirinê wê tenê rojane 160 metrekub gaz bê dayîn û piştî dawîbûna xebatan jî wê herka gazê wekî berî dewam bike.
Hêjayî gotinê ye, welatê Almanya ku xwedî endustriyeke mezin e, ji ber qutbûna gaza rûsî ketibû rewşeke xirab ku kirîna gaza rûsî li derveyî dorpêçên şerê Ukraynayê hatibû hiştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin