Welatek nikare pereyê sewqiyata gaza xwezayî bide kompaniya Rûsî
PeyamaKurd – Serokê Moldovagazê Vadîm Çeban diyar kir, di me tebaxê de avansê ji bo sewqiyata gaza xwezayî nadin kompaniya Rûsî Gazpromê.
Vadîn Çeban bi vê rewşa ku li ser medaya civakî ragihand re, rewşa gaza xwezayî ya Moldova rave kir. Çeban eşkere kir, ew nikarin mesrefên ji bo sewqiyat, kirîna gaza xwezayî û belavkirana wê bidin û di meha tebaxê de nêzî 14 milyon 800 hezar dolar deyhnê wan çêbibe.
Çeban di çarçoveya vê rewşê de, rewşa ku nekarin di meha tebaxê de diravdana xwe bidin Gazpromê wiha anî ziman û got: “Em ê avansa Tîrmehê bidin, lê em bimisogerî avansa meha tebaxê nadin.”
Herwiha Çeban destnîşan kir, wan pêşniyara taloqkirinê li Gazpromê kirine, lê wan bersiv nedane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin