Fransa: YE nikare qedexeyeke temam li ser hawerdekirina petrol û gaza Rûsî deyne

10 March 2022 12:29 0 dîtin
Fransa: YE nikare qedexeyeke temam li ser hawerdekirina petrol û gaza Rûsî deyne

PeyamaKurd Wezîra Veguherîna Jîngehê ya Fransî di serdana xwe ya New Yorkê de diyar kir, Yekîtîya Ewropa nikare qedexeyeke temam li ser hawerdekirina petrol û gaza Rûsî deyne, wek çawa Amerîka kiriye.

Wezîra Veguherîna Jîngehê ya Fransî Barbara Pompele da zanîn, 27 welat wê tedbîrên pir xurt bistînin.

Pompele ji rojnamevanî re eşkere kir: “Ji niha û heta dawiya salê, divê em bikarin ji sisêyan du ji hawerdekirina xwe ya gaza Rûsî kêm bikin.”

Herwiha eşkere kir: Serokê Amerîka Joe Biden bi xwe gotiye ku rewşa Amerîka bi ya Ewropayê nayê hevrûkirin û niyeta wî nîne ku ji me bixwaze em jî biryarek bi heman rengî bidin.”