Macron: “Wê kêmderketina derve li temamê Fransayê bê bicîhanîn”
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku bi sedema zêdebûna pandemiyê wê ji 4 ê nîsanê û bi şûn de li temamê Fransayê kêmderketina kolanan bê bicîhanîn. Ev biryar bo 4 hefteyan e.
Macron, li Qesra Elysee bangî xelkê kir û ji xelkê xwest ku li pey biryaran herin. Cûreyên Kovid-19 ê yên mûtasyonî li Awrûpa û Fransayê bilez belav dibe. Macron got; nexweşên di beşên hûrlênêrînê de dimînin %44 ên wan temenên wan di bin 65 an de ne û divê jimara beşan bên zêdekirin.
Qaîdeyên heya niha yên bo 19 herêman hatibûn danîn, wê piştî 3 yê nîsanê bo temamê welat bên danîn û qedexeya derketina derve ya di navbera 19.00 û 06.00 ê sibê, dê her dewam bike.
Macron ragihand ku mirov dikarin 10 km nêzî malên xwe de bi şertê belgeya mazereta xwe nîşan bidin dikarin bigerin û piştî 5 ê mehê wê qedexeya seyahetê hebe. Ew kargehên ku pêdiviyên esasî yên xelkê lê tên firotin vekirî bimînin û wê temamên yên din bên girtin.
Wê kreş, dibistana berya seretayî, ya seretayî, ya navendî û lîse bo 3 hefteyan bên girtin, dibistanên seretayî yên berya seretayiyê di 26 ê nîsanê de, dibistanên navendî û lîse wê di 3 yê gulanê de dest bi xwendina xwe bikin.
Macron li ser aşikirina xelkê got ku kesên temenên wan di navbera 60-70 yan de ne piştî 16 ê nîsanê, yên 50-60 an piştî 15 ê gulanê û yên di bin 50 salî de ne, dê karibin di orta hezîranê de û yên di ser 18 salan de heya dawiya havînê aşi bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin