Li cîhanê yekem car welatek Bitcoin dike pereyê fermî yê dewletê
PeyamaKurd – Welatê El Salvador ê Amerîkaya Navîn, amadekariyê dike ku pereyê krîpto yê dijîtal Bitcoinê bike pereyê fermî yê dewletê.
Serokê El Salvadorê Nayib Bukele ragihandiye ku ew dê projeyasayekê derbarê mijarê de pêşkeşî kongreya welatê xwe bike.
Bukele herwiha di vîdyo peyameke ji konferansa "Bitcoin 2021" re şandiye de gotiye, wê bi fermîkirina Bitcoin re hêsankarî bo şandina pereyan bo El Salvadorê bê kirin.
Bukele diyar kiriye ku heger tenê ji sedî 1ê Bitcoinê jî bikeve welatê wan, dê ji sedî 25 dahata wan zêde bike.
Heger li El Salvadorê Bitcoin fermî bibe, wê bibe pereyê duyem piştî dolar li El Salvadorê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin