Amarên Dawî | WHO: Hejmar li 145 welatan gihîst bêhtirî 156 hezar tûsbûyîyan
PeyamaKurd – Li gorî amarên dawî yên Saziya Tenduristiya Cîhanî (WHO) li seranserê dinyayê û li 145 welatan hejmara tûşbûyîyên vîrûsa koronayê gihîştiye 156 hezar û 102 kesan û li derveyî sînorên Çînê jî 60 hezar kesan derbas kiriye.
Li gorî amarên doh ên WHOyê li derveyî sînorên Çînê 9 hezar û 751 tûşbûyîyên nû hatine tomarkirin û li seranser dinyayê jî bi tevahî hejmar bûye 156 hezar û 102 kes
Herwiha WHOyê ragihandiye ku tenê doh li derveyî sînorên Çînê 424 kes mirine ku hejmar jî gihîştiye 2 hezar û 199 kesan.
Li Çînê heta niha 3 hezar û 199 kesan ji vîrûsa korona can daye ku heta niha 66 hezar 911 kes jî ji wê nexweşînê baş bûne.
Herwiha yek ji welatê ku herî zêde vîrûsa koronayê bandor li ser kiriye li Italyayê jî hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketine 21 hezar derbas kiriye û heta niha hezar û 441 kesan can daye ku hezar û 966 kes jî baş bûne.
Li Îranê jî di nav 24 saetên dawî de 113 kesên din ji ber nexweşîna korona mirin û hejmara miriyên koronayê gihîştiye 724 kesan.
Herwiha li Îranê ji doh ve 1209 kesên din jî tûşî covid-19 bûne û hejmara giştî gihîştiye 13 hezar û 938 kesan.
Li gorî Wezareta Tenduristiya Îranê heta niha 4 hezar û 590 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin