Rewsa dawî ya ziyanên lehiya Hewlêrê: Hejmara miriyan gihîst 11 kesan
PeyamaKurd - Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd zanyariyên dawî yên derbarê zirarên canî yên lehiya îro ya Hewlêrê de eşkere kir û got, heta niha bi sedema lehiyê 11 kesan can daye.
Nebez Ebulhemîd eşkere kir ku di nava qurbaniyên lehiya Hewlêrê de kesên biyanî jî hene ku yek ji wan xelkê Tirkiyê û kesek jî xelkê Fîlîpînê ye.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî îro danê sibehê ragihandibû, li gor zanyariyên gihîştine wan heta demjimêr 8:00 sibehî 7 kesan ji ber lehiyê û kesekî jî bi sedema birûskê jiyana xwe ji dest daye û gotibû, hîn hejmareke piştrastbûyî li ber destê wan nîne.
Rêveberê nehiyeya Qoştepe jî ragihandiye ku bi sedema lehiyê zirar gihîştiye 200 otomobîl, 100 mal û 60 dikanan.
Rêveberê Keşnasiya Herêma Kurdistanê, Fazil Îbrahîm dabû xuyakirin, li navenda bajarê Hewlêrê nêzî 59.2 mîlîmetre baran bariye, li sînorê nehiyeya Şemamik zêdeyî 72 mm û li Pîrmamê jî 83 mm baran bariye.
Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê Fazil Hacî jî diyar kir, bi sedema lehiyê çend rêyên sereke li Hewlêrê hatine girtin ku ew jî; rêya sereke ya Korê-Şeqlawe, rêya sereke ya Hewlêr-Pîrmam, rêya sereke ya Qoştepe, rêya sereke ya Fatawe û rêya serekî ya Maweran-Mîrawe ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin