Ji Tenduristiya Hewlêrê rewsa dawî: 'Em nikarin bêjin bi temamî hatiye kontrol kirin'

13 May 2020 14:50 0 dîtin
Ji Tenduristiya Hewlêrê rewsa dawî: 'Em nikarin bêjin bi temamî hatiye kontrol kirin'

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed agahiyên dawî yên derbarê koronayê de ragihand.

Dr. Dilovan Mihemed got: “Bi awayekî giştî 11 pêketiyên korona li nexwaşxaneyên Hewlêrê mane, çareseriyên pêwîst hatine kirin. Tîmên bijîşkî jî nêzîk ve rewşa wan agahdar in. em li bendêne ku test û kontrolên wan ên dawiyê negatîf derkevin û wan bişînin malên wan.”

Dr. Dilovan da zanîn ku li gor standartên cîhanî û protokolên li ber dest, bi awayekî giştî ji çareseriya pêketiyên vîrusa korona re 3 heta 6 hefte pêwîst e û wiha pê de çû:

“Pêketî heye zûtir baş dibe û di 9-10 rojan de dibe ku baş dibe. Pêketiyê wisa jî heye ku berevaniya bedena wî kêm e, yan temen zêde ye, dema zêdetir jê re pêwîst e bo çareseriyê. Niha li Hewlêrê pêketiyek me heye zêdetir ji 40 rojan e li nexwaşxaneyê ye û çênebûye, ji ber berevaniya bedena wî lawaz e û temenê wî zêde ye.”

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê got: “Em nikarin bibêjin şewba korona li parêzgeha Hewlêrê bi temamî hatiye kontrol kirin. Eger em parêzgeha Hewlêrê daxin û nehêlin kes bikeve Hewlêrê wê demê em dikarin bibêjin heta asteke bilind korona li Hewlêr hatiye kontrol kirin. Lê ji ber hatûçûn heye û li welatên derdorê jî berdewam hejmara pêketiyan zêde dibe, herwiha li bajarên din ên Iraqê jî hejmara pêketiyan zêde dibe.”