Amarên rewsa vîrusa koronayê yên 24 saetên dawî hatin eskerekirin

08 October 2020 17:13 0 dîtin
Amarên rewsa vîrusa koronayê yên 24 saetên dawî hatin eskerekirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 31 kes ji ber vîrûsa Koronayê mirine û 793 kesên din jî pê ketine.

Li gorî daxuyaniya wezaretê ji 793 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine, 281 kes li Hewlêrê, 166 kes li Silêmaniyê, 26 kes li Germiyanê, 31 kes li Raperîn, 265 kes li Duhokê û 24 kes li Helebceyê ne.

Ji 31 kesên can dane jî 4 kes li Hewlêrê, 13 kes li Silêmaniyê, 6 li Raperîn, 4 kes li Duhokê û 4 kes li Helebceyê ne. Herwiha 338 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Amarên giştî wiha ne:

Pêketin: 53549 (Hewlêr: 19749, Silêmanî: 17370, Duhok: 14608, Helebce: 1922)

Mirin: 1937 (Hewlêr: 593, Silêmanî: 991, Duhok: 305, Helebce: 48)

Başbûn: 33650 (Hewlêr: 15113, Silêmanî: 10584, Duhok: 6123, Helebce: 1830)