Amarên dawî yên rewsa vîrusa koronayê hatin ragihandin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 754 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 26 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya 16ê Îlonê ya li ser rewşa dawî ya vîrusa koronayê de diyar kir, di 24 demjimêrên borî de, 754 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, 208 kes li Hewlêrê, 105 kes li Silêmaniyê, 27 kes li Germiyanê, 88 li Raperînê û 307 kes jî li Duhokê ne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 26 kesan jî li seranserê Herêma Kurdistanê ji wê nexweşiyê can daye ku 4 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Raperîn û 13 kes jî li Duhokê ne.
Tevî van amarên dawî li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 38 hezar û 661 kesan, hejmara mirinan bû Hezar û 417 kes û heta niha 24 hezar û 522 jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin