Amarên 24 saetên dawî yên rewsa koronayê hatin eskerekirin

22 September 2020 18:16 0 dîtin
Amarên 24 saetên dawî yên rewsa koronayê hatin eskerekirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya 22yê Îlonê ya rewşa vîrusa koronayê de ragihand, di 24 demjimêrên borî de 636 kes bi vîrûsa koronayê ketine û 17 kes jî mirine.

Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, ji 636 kesê bi vîrûsa koronayê ketine, 110 kes li Hewlêrê, 109 kes li Silêmaniyê, 32 kes li Germiyanê, 353 kes li Duhokê û 32 kes li Helebceyê ne.

Herwiha 17 kesên can dane jî 2 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Germiyanê, kesek li Raperînê û 6 kes li Duhokê ne.

Hat diyarkirin di 24 demjimêran de 403 kes baş bûne ku 186 kes li Hewlêrê, 28 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Germiyanê, 126 kes li Duhokê û 29 kes li Helebceyê ne.

Tevî van amarên dawî li seranserê Herêma Kurdistanê hejmara pêketina koronayê gihîşt 42 hezar û 368 kesan, hejmara mirinan bû 1553 kes û hejmara kesên ji nexweşiyê baş bûne jî bû 27 hezar û 324 kes.