Amerîka 16 balafirên F-16 difrose Bûlgaristanê

04 June 2019 22:51 0 dîtin
Amerîka 16 balafirên F-16 difrose Bûlgaristanê

PeyamaKurd- Li gor beyana ajansa hevkariya asayîşa bergiriyê (DSCA) ya bi ser wezareta karên derve ya Amerîkayê; dewleta Bûlgaristanê bi bihayê 1 mîlyar û 673 mîlyon dolarî dê 16 balafirên F-16 tevî ekîpmanên wan ji Amerîkayê bikire.

Amerîka di nav 25 salên dawiyê de, bo xurtkirina şiyanên leşkerî bi miqdarê 200 mîlyon dolarî alîkariya Bîlgaristanê kir. Li gor Pompeo dê Bûlgaristan bi xêra van alîkariyan, di pêvajoya xurtbûna NATO de bibe hevkarekî girîng.

Muxalefeta Bûlgaristanê weka hergav li dijî kirîna balafiran dertê û dibêje hun nikarin çavên kesî bi van balafiran bitirsînin.