Amerîka 65 balafirên F-35A difrose Fînlandiyayê
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê îzna bi bihayê 12 mîlyar û 500 hezar dolarî bo 65 balafirên F-35 û muhîmmatên wan bifroşe dewleta Fînlandiyayê da. Di serde wê di ser hezar fuzeyên ku ji hewayê bo hewayê û ji bejayiyê bo hewayê tên avêtin bifroşe Fînlandiyayê. Ajansa Amerîkayê ya asayiş û parastinê ya firotanê weha ragihand:
“Wezareta karên derve ya Amerîkayê texmînî bi 12 mîlyon û 500 hezar dolarî balafirên F-35A û fuzeyên ji berjayiyê bo hewayê û ji hewayê bo hewayê û tevî muhîmmatên wan tevî ekîpmanên wan biryar daye ku bifroşe Fînlandiyayê.”
Di beyanê de hat ragihandin ku bo kongreya Amerîkayê teblîxat hatiye şandin ku 65 balafirên şer yên F-35A, 66 motorên îhtîyadî û hezar fuzeyên ku bi balafirên F-35 an tên avêtin, biryara wan hatiye dayîn da bifroşin Fînlandiyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin