Amerîka 200 mîlyon dolar alîkariya berevaniyê dide Ûkraynayê

13 March 2022 00:46 0 dîtin
Amerîka 200 mîlyon dolar alîkariya berevaniyê dide Ûkraynayê

PeyamaKurd – Rêvebiriya Joe Biden bi miqdarê 200 mîlyon dolarî alîkariya berevaniyê dide Ûkraynayê. Di nav alîkariyê de alîkariya ekipman û perwerdê jî heye.

Li gor ragihandina Koşka Sipî; serokê Amerîkayê Joe Biden ferman daye wezîrê karên derve yê xwe Antony Blinken ku di çarçoveya “qanûna alîkariyên derve” de 200 mîlyon alîkarî bide Ûkraynayê. Alîkarî wê weka “techîzad û perwerda leşkerî” di enwantera wezareta berevaniyê de bê qeydkirin.

Qanûna navborî di sala 1961 an de hatiye qebûlkirin ku serokê Amerîkayê dikare bê erêkirina kongreyê, wê alîkariyê bide welatên derve ji bo rewşa wan ya lezgîn.