Amerîka wê 585 mîlyon dolar alîkariya mirovî bide xelkê Yemenê

18 March 2022 01:06 0 dîtin
Amerîka wê 585 mîlyon dolar alîkariya mirovî bide xelkê Yemenê

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku wê ji bo alîkariya mirovî ya Yemenê 585 milyon dolar alîkariyê bikin. Blinken ragihand ku ji destpêka şerê Yemenê heya niha 4,5 mîlyar dolar alîkariyê dane Yemenê.

Blinken got ku ev alîkarî ya herî mezine û wê 561 mîlyon dolar ji Ajansa Navdewletî ya Geşepêdanê û perê din wê ji beşa Nûfûs, multecî û baregeha koçberan ya wezaretê bê dayîn. Perê ku bidin, wê ji bo kêmkirina xelayê, ji bo kêmxwarinê, tedawiyê, berlêgirtina belavbûna nexweşînan, ji bo hewandina mirovan, perwerda zarokan, ava paqij û desteka peydakirina kar be.

Blinken got ku ev destek tenê bi Amerîkayê nabe û dewletên ku soz dane divê soza xwe bicîh bînin û divê li Yemenê aştiya mayînde bê sazkirin.