Amerîka 266 mîlyon dolar alîkariya mirovî disîne Afxanistanê
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku dê Amerîka bo Afxanistanê 266 mîlyon dolar alîkariya mirovî bişîne. Blinken ragihandina xwe bi nivîskî kir û got; tevî wê ji Afxanistanê vekişin jî alîkariya wan ya mirovî dewam bike. Blinken weha got:
“Weka me soz dabû, Amerîka bo Afxanistanê bi bihayê 266 mîlyon dolarî alîkariya mirovî dişîne. Bi miqdarê me got re heya niha, alîkariya me ya mirovî ku me şandiye Afxanistanê ji sala 2002 an heya niha dike 3,9 mîlyar dolar.”
Blinken got ku bo 18 mîlyon kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye û bo 4,8 mîlyon kesên ku ji ser mal û mulkên xwe rabûne, bo wan girînge ku alîkariyê bikin. Blinken civaka navdewletî jî dawet kir da alîkariya Afxanan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin