Amerîka, 200 milyon dolar pistgiriyê disîne wî welatî
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Amerîka ji bo piştgirîkirina "wekheviya zayendî û demokrasiyê" dê 200 milyon dolar bide hin saziyên sivîl ên ku li Pakistanê kar dikin.
Hat ragihandin ku Senatoya Amerîkayê ji bo “wekheviya zayendî û demokrasiyê” li Pakistanê 200 milyon dolar alîkariyê qebûl kiriye û hat diyarkirin ku Senatoyê herî dawî pêşnûmeya budceya 1.7 trîlyon dolarî pejirandibû ku dê heta 30ê Îlona 2023yan fonê bide hukûmeta Dewletên Yekbûyî.
Li gorî hat zanîn, di pêşnûmeya budceyê de biryar hat dayîn ku ji bo bipêşxistina "wekheviya zayendî û demokrasiyê" ya li Pakîstanê 200 milyon dolar pere hatiye veqetandin.
Hat zanîn ku rêveberiyên Washingtonê ev demek e li Pakîstanê ji bo piştgirîkirina “wekheviya zayendî û demokrasiyê” însiyatîfên cuda bi rê ve dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin