Amerîka ji bo pistevaniya hilbijartinan 10 milyon dolaran ji Iraqê re disîne

05 February 2021 16:54 0 dîtin
Amerîka ji bo pistevaniya hilbijartinan 10 milyon dolaran ji Iraqê re disîne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê ji bo pêkanîna hilbijartinên pêşwext ên Iraqê bi qasî 10 milyon dolaran wê alîkariyê bide.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Geşepêdanê ya Amerîkî, Amerîka bi rêya saziya UNAMI (Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê) ji bo piştevaniya hilbijartinên Iraqê 9 milyon û 700 hezar dolar dişîne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew ji bo pêkanîna hilbijartinan li Iraqê amade ne her cure piştgiriyê bidin.