Amerîka bi fermî ji Peymana Parîsê ya kesûhewayê vekisiya

04 November 2020 22:03 0 dîtin
Amerîka bi fermî ji Peymana Parîsê ya kesûhewayê vekisiya

PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê bi awayekî fermî vekişîna xwe ya ji Peymana Parîsê ya keşûhewayê ragihand.

Serokê Amerîkayê Donald Trump sala 2017an ragihandibû ku wê Amerîka ji Peymana Parîsê ya îqlîmê vekişe û îro 4ê Mijdarê jî hêj ku encamên hilbijartinên seroktiya Amerîkayê diyar nebûne, vekişîna bi fermî ji peymanê hat ragihandin.

Peymanya Parîsê sala 2015an di navbera welatên cîhanê de ji bo parastina av û hewayê û kêmkirina qirêjiya li ser xwezaya cîhanê hatibû îmzekirin.

Ji bo vê yekemîn peymana ji bo parastina xwezaya cîhanê 189 welatan îmze dabû ku Amerîka jî yek ji wan welatan bû.

Di cîhanê de, ji ber pêşketina endustrî û teknolojiyê herî zêde welatên Çîn û Amerîkayê ziyanê digihînin xwezayê û qirêj dikin.