Amerîka cara duyem fuzeya menzîla wê navçe ceriband
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump, berê xwe ji peymana INF ê (Peymana fuzeyên menzîl navçe) vekişandibû û piştre, ev cara duyeme ku fuzeya di çarçoveya INF ê de qedexeye, diceribîne. Li gor ragihandina Hêzên Hewayî yên Amerîkayê ku bi nivîskî ragihandiye, dibêje:
“Hêzên Hewayî yên Amerîkayê, Daîra Şiyanên Stratejîk di 12 mehê de siet di 08.30an de, fuzeya ku konvansiyonel hatiye çêkirin û ji bejayiyê tê avêtin; prototîpeka wê li baregeha Vanderbergê ya Kalîforniyayê hat ceribandin. Piştî ku fuze ji ciyê testê derketiye, 500 km çûye û paşî ketiye okyanûsê.”
Doneyên ku ji testê hatine bidestxistin wê di pêşde bo hilberîn û ceribandinên din yên weka heman fuzeyan de bên bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin