Amerîka: Ceribandina fuzeya Sarmatê me naxe endîsê

20 April 2022 21:34 0 dîtin
Amerîka: Ceribandina fuzeya Sarmatê me naxe endîsê

PeyamaKurd – Piştî ragihandina ceribandina fuzeya Sarmatê ji aliyê Rûsya de, rêvebirên Amerîkayê ragihandin ku ceribandin, wan naxe nav endîşê, Rûsya ji serî de plana wê çêkiriye û di çarçoveya peymanên navdewletî de agahiyê daye dewletên din. Amerîka fuzeyê dişopîne û ti endîşa Amerîkayê tineye. Rêvebiriya Amerîkayê her weha ragihand ku fuze di envantera Rûsya ya opreasyonel de nîne.

Amerîka û hem Rûsya wexta ku li gor peymanên navdewletî ji bo bûyerekî nexweş neqewime, welatên din ji ceribandinan agahdar dikin. Berdevkê Pentagonê John Kirby di babetê de ji bo rojnamevanan weha got:

“Testên weha rûtînin û surprîz nînin. Ceribandina fuzeyê ji bo me û hevkarên me tehdîd nîne. Amerîka xwe daye ser mijara êrîşa ser Ûkraynayê ku Rûsya bê sedem û di derveyê qanûnan de êrîş kiriye ser.”

Rûsya ceribandina fuzeya Sarmatê ji devera baregeha fezayî ya Plesetskê ji bo ser Girava Kamçatkayê kiribû û li hedefa xwe xistibû.