Amerîka danûstandinên aborî ku dixwest bi Talîbanê re bike betal kir

26 March 2022 16:05 0 dîtin
Amerîka danûstandinên aborî ku dixwest bi Talîbanê re bike betal kir

PeyamaKurd Reutersê ragihand, Amerîka danûstandinên aborî ku dixwest bi Talîbanê re bike betal kiriye.

Li gor zanyariyan, Amerîka wê li Doha paytexta Qatarê bi Talîbanê re ser mijarên aborî danûstandin bikira.

Herwiha hat eşkerekirin, Amerîka ji ber ku Talîban vê hefteyê lîse ji nû ve li xwendekarên keç qedexe kir biryara xwe guhert.

Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Reutersê re destnîşan kir, biryara Talîbanê “xeyalşikestineke kûr” çêkiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, rêvebiriya Amerîka û rayedarên Talîbanê, wê roja Şemî û Yekşemê hevdîtin çêkirana û daxwaza Amerîka ji van hevdîtinan, li Afxanistanê pêşxistina mafên mirova ye.