Amerîka gefê li serokên Talîbanê dixwe!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio gefê li rêberên Talîban, Mîrnişîna Îslamî ya Afganistanê xwar.
Rubio îro, bi şêweyekî mîna Donald Trump bi rêya platforma Xê, gef xwar ku wê xelatan deyne ser serê rêberên Talîbanê.
Rubio got, "Ez nû hîn bûm ku Talîban ji ya ku berê hatibû ragihandin zêdetir Amerîkîyan dîl digire."
Ji aliyekî din ve, "Eger ev rast be, divê em tavilê xelatek pir mezin deynin ser serê serkirdeyên wan ên payebilind, belkî xelatek ji ya ku me dane Usama Bin Ladin mezintir bikin."
Rubio di derbarê Amerîkîyên ku tê îdiakirin dîl hatine girtin de hûrgulî neda. Ev gef tenê çend rojan piştî pevguhertina girtiyan di navbera Kabul û Washingtonê de di dawiya dema serokatiya Joe Biden de hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin