Amerîka di çarçoveya lihevkirina ligel Talîbanê hêzên xwe ji Afxanistanê vedikisîne
PeyamaKurd - Amerîkayê di çarçova lihevkirina bi Talîbanê re ya 29ê Sibatê de, hêzên xwe ji Efxanistanê vedikişîne. Berpirsekî leşkerî yê Amerîkayê, ragihand ku qonaxa destpêkê ya vekişandina hêzên wan ji Afxanistanê dest pê kiriye.
Wî berbirsê Amerîkî ku navê xwe nexwest eşkere bike diyar kir ku, li gor lihevkirina di navbera Talîban û Amerîkayê de, Washington divê di dema 10 rojan de piştî îmzekirina rêkeftinê, dest bi vekişandina hêzên xwe ji Afxanistanê bike û di 14 mehan de jî pêvajoya vekişandinê temam bike.
Niha hejmara hêzên Amerîkayê li Afxanistanê 12 hezar e lê li gor rêkeftinê di maweyê 135 rojan de daxe 8 hezar û 600 serbazan.
Divê Talîban peywendiyên xwe ligel el Qaîde û komên çekdar ên radîkal qut bike û li ber wan koman bibe rêgir ku hewl didin êrîşên çekdarî û kiryarên tûndûtûjî bikin.
Herwiha dest bi gotûbêjên ligel hikûmeta Efxanistanê bike ku heta berî îmzekirina vê rêkeftinê, Talîbanê ew hikûmet wek kafir, nerewa û kirêgirtiyê Amerîka û Rojava binav dikir, niha ku rêkeftin hatiye îmzekirin, heta roja 29ê Gulana îsal jî, hikûmeta Afxanistanê Rêxistina Talîbanê ji lîsteya rêxistinên qedexe û cezakirî derdixe.
Ji xeynî hêzên Amerîkayê, NATO û hevpeymanên wê ki ji 39 welatan pêk hatine nêzîka 17 hezar serbazên xwe li Efxanistanê bicîh kirine ku rahênanê bi hêzên hikûmeta Afxanistanê dikin û di warê serbazî de dibin hevkar. Li gor rêkeftinê, NATO jî hemû hêzên xwe ji Efxanistanê vedikişîne.
Piştî êrîşa 11ê Îlona sala 2001ê, Amerîkayê hêza serbazî bi nav Afxanistanê û dijî Talîban û Qaîdeyê dest bi şer kir. Şerek ku baca wê bo Amerîkiyan 2 hezar û 400 serbazên Amerîkî û xerckirina zêdeyî yek trîlyon dolar bû. Bo Efxaniyan jî, kuştin û birîndarbûna bi dehan hezar xelkên sivîl, serbazên Efxanî, çekdarên Talîban û wêrankirina serxan û jêrxana aborî ya welatê wan bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin