Amerîka: Em asta pêwendiyên xwe bi Esed re naguherin
PeyamaKurd – Şandeke bilind a Îmaratê do serdana Şamê kir û bi Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed re civiya. Amerîka jî dilgiraniya xwe ji ber vê civînê nîşan da û diyar kir, em asta pêwendiyên xwe bi Esed re naguherin.
Wezîrê Karên Derve yê Îmarata Erebî Abdulla bin Zayid Al-Nihyan do serdana Şamê kiribû û bi Serokê Sûriye Beşar Esed civiyabû.
Serokomariya Sûriye eşkere kir, di civînê de pêwendiyên dualî û pêşxistina hevkariyê di gelek waran de hatine gotûbêjkirin. Herwiha Serokê Sûriyê tekez kir, Îmarat her tim li kêleka gelê Sûriyê bû.
Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê jî piştevaniya welatê xwe ji bo hewlên bicîhanîna aramiyê li Sûriyê anî ziman û da zanîn, tiştê li Sûriyê çêbûye, bandora xwe li hemû welatên Erebî kiriye.
Li ser vê civînê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand, rêveberiya Amerîka ji vê civînê dilgiran e û bang li welatan kir, kiryarên hovane yên rêjîma Esed pêk anîne li ber çav bigrin.
Price diyar kir, Amerîka piştevaniya li tu hewlên ji bo asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Esed re nake. Herwiha ji ber wan kiryarên hovan e yên ku dijî gelê xwe encam dane, ew pêwendiyên xwe ligel Esed asayî nakin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin