Blinken: Amerîka pêwendiyên xwe bi rêjîma Esed re asayî nake

12 May 2023 12:29 0 dîtin
Blinken: Amerîka pêwendiyên xwe bi rêjîma Esed re asayî nake

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir, "Di dema gotûbêjkirina kirîza Sûriyê de, Blinken tekezî li ser giringiya çûna ber bi çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî kir û tekez kir, Amerîka pêwendiyên xwe bi rêjîma Esed re asayî nake heta ku pêşketineke rasteqîn ber bi çareseriyeke siyasî ya mayînde pêk were."  

Wezîrê Derve yê Kuweytê Şêx Salem Al Sabah di çarçoveya serdanên xwe yên Washingtonê de bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re civiya.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Her du wezîran tekîd li ser mayîndebûna hevkarîya stratejîk a Amerîka û Kuweytê kirin, li hev kirin ku li ser gelek berjewendîyên hevpar hevkarîyê kûr bikin."

Blinken da zanîn, ji ber piştgiriya Kuweytê ya ji bo derxistina welatiyên Amerîkayê ji Sûdanê spasiya Al Sabahê kir, hat ragihandin ku wezîran vegera rejîma Beşar Esad a Sûriyeyê ya ji bo Komkara Ereban û krîza Sûriyeyê jî nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, "Di dema gotûbêjkirina kirîza Sûriyê de, Blinken tekezî li ser giringiya çûna ber bi çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî kir û tekez kir, Amerîka têkiliyên xwe bi rêjîma Esed re asayî nake heta ku pêşketineke rasteqîn ber bi çareseriyeke siyasî ya mayînde pêk were."

Di daxuyaniya hevpar de hat parvekirin ku mijara desteserkirina tankeran ji aliyê Îranê ve di nav avên navneteweyî de jî ji aliyê her du aliyan ve hatiye gotûbêjkirin û Blinken diyar kir ku çewisandina keştiyan ji aliyê Îranê ve li dijî yasayên navneteweyî ye û zirarê dide ewlehî û aramiya herêmê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wezîran herwiha li ser hewldanên piştgirîkirina xweparastina Ukraynayê li dijî êrîşên Rûsyayê, û pêwîstiya piştgirîkirina pêşîneyên mirovahî li herêmê û li seranserê cîhanê gotûbêj kirin."