Blinken: Em pistgiriyê nadin asayîkirina pêwendiyên bi Esed re û cezayan jî ranakin!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, li ser asayîkirina têkiliyên bi rejîma Şamê re welatên erebî Urdin û Îmaratê dabûn destpêkirin, nerazîbûn nîşan da û got, Amerîka piştgiriyê nade asayîkirina pêwendiyên bi Esed re.
Li gorî ragihandine rojnameya Şerq El-Ewsat Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken gotiye, welatê wî dê piştgiriyê nade hewldanên asayîkirina têkiliyan bi serokê Sûriyê Beşar Esed re û Washington cezayên li ser rejîmê ranake.
Blinken daye xuyakirin: “Em piştgiriyê nadin ti hewldanên normalîzekirina têkiliyan anku ji nû ve rewakirina Esed, em cezayekî tenê jî ji ser Sûriyê ranakin, herwiha helwesta me jinûve amadekirina Sûriyê ji bo çareseriya siyasî ye û heta ev pêk neyê nayê guhertin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin