"Em pistgiriyê nadin agirbesteke mayînde ya li Xezzeyê"
PeyamaKurd – Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby diyar kir ku ew piştgiriyê nadin agirbesta daîmî ya li Xezzeyê, lê ew dixwazin "rawestana însanî" were dirêjkirin.
Di civîna çapemeniyê ya ku li Qesra Spî hat lidarxistin de, Kirby behsa "rawestana însanî" ya di navbera Îsraîl û Hamasê de kir.
Li ser pirsa gelo êrîşa çekdarî ya li ser Îsraîliyan li deriyê Qudsa Rojava wê bandorê li "rawestana mirovahî" ya li Xezze bike yan na, Kirby got ku ew nafikirin ku tundûtûjiya navborî wê bandorek li ser dirêjkirina peymanê bike.
Kirby destnîşan kir, ew piştgiriyê nadin agirbesta daîmî ya li Xezzeyê, lê ew dixwazin "rawestana însanî" ya 7 rojan heta 8, 9, 10 û şûnde bê dirêjkirin.
Kirby diyar kir, di dawiyê de Îsraîl û Hamas divê li ser pîvanên dirêjkirina vê peymanê li hev bikin û got, Amerîka wê piştgiriyê bide dirêjkirina "rawestana însanî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin