"Ez ne amade me ku pistgiriyê bidim peymana agirbesta li Xezzeyê"
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu di axaftina xwe ya li Meclîsê de got ku ew ê piştgiriyê nedin peymana agirbesta li Xezzeyê. Netanyahu diyar kir ku ew li gel berdewamiya êrîşên li Lubnanê ne.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku ew ê piştgiriyê nedin peymana agirbesta li Xezzeyê ku artêşa Îsraîlê ev 409 roj in êrîş dike.
Li gor nûçeya malpera Israel National News, Netanyahu di axaftina xwe ya li Komîteya Karûbarên Derve û Parastinê ya Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) de diyar kir ku ew piştgiriyê nadin peymana ku êrîşên li ser Xezzeyê bi dawî bike.
Netanyahu diyar kir ku ji ber îhtîmala "Hamas vegere ser desthilatdariyê" ew li dijî peymana ku artêşa Îsraîlê ji Xezzeyê vekişîne û êrîşan bi dawî bike ne. Netanyahu got, "Ez ne amade me di her şert û mercî de destûrê bidim."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin