Amerîka: Heta Esed li ser Sûriyê be, em bi desthilatên Sûrî re pêwendiyên xwe asayî nakin

16 March 2022 12:28 0 dîtin
Amerîka: Heta Esed li ser Sûriyê be, em bi desthilatên Sûrî re pêwendiyên xwe asayî nakin

PeyamaKurd Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir û got: “Heta Beşar Esed li ser serê wî welatî be, Washington wê pêwendiyên xwe bi desthilatên Sûrî re asayî neke.”

Li gor Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price eşkere kir: “Em ê pêwendiyan bi Esed (Serokê Sûriyê Beşar Esed) re asayî nekin, heta ku pêşketineke bêveger ber bi çareseriyeke siyasî ve nebe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev piştî wê yekê tê, komek ji welatan di nav wan de Amerîka, Fransa, Brîtanya, Almanya û Îtalya di daxuyaniyeke hevbeş de redkirina xwe ya asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Beşar Esed re nîşan dan. Piştî 11 salan ji krîza Sûriyê, rewşa aborî û mirovî li Sûriyê gelekî reş bûye û bi milyonan koçberên Sûrî yên li navxweya welat û li welatên cîran in, nikarin vegerin ser cih û warên xwe.

Herwiha wan welatan piştevaniya xwe li proseya siyasî ya ku di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de û li gor biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî tê birêvebirin, nîşan dan û gotin; divê agirbest were ragihandin, alîkariyên mirovî di sînor re bigihin xelkê, girtî werin azadkirin.