Amerîka: Em dikarin pîlotên Ukraynayê perwerde bikin
PeyamaKurd – Qesra Spî diyar kir, ger kapasîteya li Ewropayê tije bibe, pîlotên Ukraynayê ji bo perwerdekirina F-16 li Amerîkayê vekirî ne.
Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîneke çapemeniyê ya serhêl de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Kirby der barê perwerdeya F-16 a pîlotên Ukraynayê de jî diyar kir ku ev pêvajo dê dem bigire û diyar kir ku di vê mijarê de bi hevkarên Ewropayê re xebatên wan didomin.
John Kirby peyam da ku ew bê guman ji perwerdekirina pîlotên Ukraynayî yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re vekirî ne, ger kapasîteya welatên Ewropî tije bibe.
Kirby diyar kir, ew nizanin şer wê heta kengî bidome û rast e ku di vê çarçoveyê de texmînek pêwîst were kirin, derbarê daxwaza rêveberiya Joe Biden a ji bo erêkirina Kongreyê ji bo fona awarte ya 40 milyar dolarî, ku ji wê zêdetir e. 24 milyar dolar wê ji bo alîkariya Ukraynayê were bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin