Amerîka: Em hewil didin li Libyayê pêsiya serê Tirkiye û Misirê bigirin

17 July 2020 20:25 0 dîtin
Amerîka: Em hewil didin li Libyayê pêsiya serê Tirkiye û Misirê bigirin

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê David Schenker, ragihand ku rêveberiya Amerîka ji rûdana şerekî di navbera Tirkiye û Misirê de li Libyayê nîgeran e û Amerîka hewil dide pêşiya wê yekê bigire.

David Schenker di vîdyo konferansa Weqfa Marshall a Alman li Washingtonê li ser daxuyaniya Serokê Misirê Edulfettah El Sîsî ya destwerdana şerê Libyayê diyar kir ku Amerîka gelekî nîgeran e ji rûdana şerekî navbera Tirkiye û Misirê û herwiha şerê Tirkiye û Îmaratên Erebî li Libyayê.

Rayedarê Amerîkî herwiha anî ziman, dema bombe hatin teqandin her tim xetera wê heye û rageşiyeke gelekî cidî li herêmê heye ku ew jî hewil didin pêşiya wê bigirin.

Hêjayî gotinê ye, hikûmeta Wîfaq a Libyayê ku Tirkiye piştevaniya wê dike amadekariya operasyonekê li ser bajarên stratejîk Sirte û Cufrayê ku di destê hêzên Hefter de ne dike.

Li beramberî vê hewlê Serokê Misirê doh bi serokeşîrên Libyayê re civiyabû û serokeşîran destûra destwerdana leşkerî dabû Ebdulfettah El Sîsî ku ev yek di heman demê de dibe sedema şerekî navbera Tirkiye û Misirê jî.