Amerîka: Hamas û Îsraîlê li hev nekirin
PeyamaKurd – Koordînatorê konseya ewlehiyê ya stratejîk yê Amerîkayê John Kirby, di derbarê dan û sitendinên ji bo guherîna dîlan û agirbesa li Xezzayê yên navbera Îsraîlê û Hamasê de got ku ya rast negihane ti encamê û ev jî ciyê xemgîniyê ye.
Muzakereyên ku li payîtext Qahîre ya Misrê dibin nagihên ti encamê. Kirby ragihand ku bê bigihên encamekî, hevdîtin bi dawî bûn. Kirby weha got:
“Amerîka bawere ku wê pirsgirêk çareser bibin. Welew hevdîtinên rû bi rû qediyabin jî, em dixebitin da di şertên dîjîtal de hevdîtin dewam bikin. Em hê jî bawerin ku dibe lihevkirin bibe.”
Kirby, li ser operasyona Refahê jî axifî û got ku operasyon mezin nîne û weha dewam kir:
“Em bi endîşe dişopînin. Em car din bang li Îsraîlê dikin ku deriyê Refahê ji bo alîkariya mirovî vekin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin